gizî hêze

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  574 views
şêr pişîley dî waqî wiř mabû
le bîçim û terza wekû xoy wabû
pirsî wek minî bełam zor wirdî
lêm řûne zil bûy kê way lê kirdî?
witî: binyadem be gizî û geře
canewerêkî dûpêy bedfeře
witey zor xoşî xite û sindane
beşim řoj û şew be dar lêdane
gutî: metirse, be gořî babim
tołet nesênim asûde nabim
kwanê binyadem? şanim de carê
kitik şêrî bird bo lay cûtyarê
şêr têy řaxuřî were meydanim
şêrim gurpe nîm, derdit ezanim
pêy wit çekî to çing û didane
çekî binyadem şîr û qełẍane
cengî wa dûre le merdayetî
yekê bê çeke û yekê layetî
gutî: çek bêne lêt řadewestim
witî: detirsim řakey le destim
bêne bitbestim, şêr gutî: xase
keju pêçî kird, kêşay qeyase
ca were bukte xurî şor be dar
şêr bangî ekird be zîře û hawar:
pişî biřwane be jêr û serda
key wek tom lê dê destim lê berda