êstir bac nada

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  545 views
gurg bacgir bû leser řêy gařan
didanî desûn bo nermey lařan
be êstirî gut: pîtakit bêne
witî lewbare êstir medwêne
le jêr nałimda namey xunkarî
were weyxiwêne ger xwêndewarî
gur hate piştî name wexwênê
yaxo dem teř ka be gołme xwênê
luşkê daweşaw didanî şikand
bełgey simî řeq gurgî tê geyand:
kê xawen hêz û nał û bizmare
cawînî goştî gelêk dijware