çi debarê

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  521 views
xoy kirde zana derwêş pişîle
pendî da’eda bo qewm û qîle
deyfermû eger paku benwêj bin
tûkî ber, kilk û çene dirêj bin
şewî zor tarîk be dengêkî xaw
ḧewcar biłên myaw ḧefta car miřmyaw
lejûr wek řêjney hewrî beharê
bo hozî gurpan mişk ebarê
kuçekî çermû bîstî emane
tuřebû fermûy: ay çend nezane
çî tê negeywe le xwêndinî kon
herçî eybêjê hełbeste û diron
niza myaw nîye ḧepeye û ’ew’ew
set û yekcaran bilûrêy beşew
le nîmey şewêk le sałê carê
le ’asmanî saw êsk ebarê
herkes deybînê lem cîhaneda
tilawtilyetî lem xewaneda