fîl le tarîkî

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  576 views
şew le piştîrêk fîl dakirabû
tarîk û tinuk ne mom ne çira bû
çend lawêk be dizî çûne tewîle
dabzanin daxo çone em fîle
heryek le layek bedes kutanê
lay wabû zorbaş le fîl ezanê
yek destî kuta leser piştî pan
eyut: fîl xoşe wek textî řewan
gwê girtû eygut: bes bineřêne
min baştirim dît fîl baweşêne
ewey her destî le lûtî dawe
witî : fîl weku lusawkî awe
laqgir eyqîjand dek mirdût mirê
fîl kołekeye û lûs û bê girê
des leklikider kewtibuwe dwawe
witî swênd exom petke û pisawe
***
gałtey pê dehat mamey fîlewan
eyut meçne şeř bê tîr û kewan
bexeyał kemtan le zor zanîwe
şeř leser fîle û fîltan nedîwe
ger çira heba yan řojêkî řûn
lêtan řûn ebû řêge lê win bûn
kar ta neyxeyte binc û binawan
demî tê werdey gunahe û tawan