ker û kewłeşêr

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  655 views
kerêk lenaw pûş le lêj û zenwêr
tuşî bû be tûş kewłî şêrî nêr
kewłî kirde ber hatewe małan
çołyan girte ber jin û minałan
kes nema le gund her yek be laye
řadeken be tund şêre û bełaye
ker kewte geşke gutî samewe
kwa têř û řeşke bên belamewe
deyan diřênim deyan çiřênim
çingał be xwênim miro guřênim
keł detirsênim řengim řengî şêr
ba bişneřênim bew dengî dilêr
leser sim sema be cîfirk dan
be yadî kema daygirte bendan
şîw û doł û der dengî dayewe
zeřey şîneker zû nasrayewe
kewłeşêr kira luř û cil û beř
ser piştî xira baraşî zimheř
deykird wituwêj lew ser řêbaze
ke nabê beşêr be bergî taze