gurg û berx

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  652 views
gurgê xwênawî pel deşwatewe
berxêk leber ew aw dexwatewe
gurg bangî kird: lêm şilwê meke
tûřem lew fîzet zorîm lê meke
witî: gurgaẍa toy leserûy min
lêxnawî toye dête gerûy min
gutî: derdekey pêrar behare
êstaş le şaxt leşim zamare
witî: min emsał zawim le meřêk
to le behaney pêm bikey geřêk
gutî: cwên dedey kone dujminim
dyare pêt waye min diroznim
to tawanbarî gořit xwardine
behret bo nada em xo bwardine
leçengî gurga berx hełdiřa
awî çem deygut legeł xuřxuřa:
key debřêtewe byanûy zordaran!
kêye wedeng bê leser hejaran!