qel û bulbul

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  682 views
carêk bulbulêk legeł qelî řeş
lenaw řikeyek kirane hawbeş
bulbul degrya be bang û hawar
çon bûme yarî hawsay nalebar!
bulbul legeł qel çon řêk ekewê
min guł peristim ew lakî dewê
cêy min debwaye lenaw çîmen ba
berçawim cwantir çawge û dîmen ba
legeł bulbulan lesayey çiłan
bimanxiwêndaye berew řûy gułan
çawbiřkênem ba degeł gułî ał
key dehate bîr em jyanî tał?
çawim hełdênim řûřeş dîmene
çonî bidwênim demî bogene
gerdûn kirdutim le jîn herasan
desa bimdeye mergê behasan
***
qaław le bulbul pitir peşêw bû
le ber çawî ew bulbul dizêw bû
deyut xudaye gunahim çî bû
goştî kerekey ’îsam dizîbû?
kewtûme zîndan legeł em çûke
ew çeqesroye ew herze û sûke
lew çenebaze, lew hełeweře
mêşk û ser gêje gwêm kip û keře
diłdarî gułe kiřyarî bone
zamî piştî ker nazanê çone
çarem řeş buwe wek peřubałim
lew sawe bulbul bote hewałim
ax bo ew řojey minî şox û şeng
legeł çend qelî hawdeng û hawřeng
lenaw dêberan le deşt û deran
qiřqiřman dekird le dewrî keran
çarem le çarey bulbulan naye
zor pîs pêwebûm, mergêk xudaye
seyre lew dinya pan û berîne
herkes karî xoy lela şîrîne