hawarî lesere

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  527 views
karwanêk şewêk le çołêka
bineyan xist le şîw û dołêka
şeketî řêge bûn debû bixewn
tirsî zorîş bû ber dizî bikewn
bû legełyan yekêkî pîrî hejar
gutî: her çarwêdar û xawen bar
yekî zêřêk bida bemin bixewê
pasewantan debim tewawî şewê
diz ke hat deykeme hera û hawar
mercî min her hera û le êweş kar
nîweşew diz geyşit û małî bird
taw hełat mame pîre bangî kird:
mału wêran bê mał nema řabin
çon dezanin ewend le xewdabin?
ke debînin heçî bû dizrawe
pîreyan girt biłê: çe qewmawe?
witî: hîç nebuwe! nîweşew sê diz
zirteboz û simêł fiş û çawbiz
yek cwan, yek nêwan, yekêkî pîr
des be řimb û kewan be tîr û şîr
geyne ser serim û girtyan miştim
ger niqem lê dehat deyan kuştim
małekem danê xom bikem řizgar
wa qerizdarî êweşim: hawar
şew le tirsan ke nem bû hawarêk
fermû êsta hezar le cêy carêk
qûle qûlî lepaş gurg emeye
pejîwanî demî merg gemeye