dizî cadû

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  508 views
xawenî mał witî be keybanû
hest ekem wa dize û leban xanû
were ba řêk bixeyn tełe û dawêk
beşku mamdiz bixeyne gerdawêk
jin bedengî berz ke diz ejnewt
pirsî: em genc û zêře çon des kewt?
witî: nazanî min dizî cadûm?
bo dizî mangeşew neba ne’eçûm
dway ewey nawî şewlmim hêna
baweşî xom le tîşke werdêna
bew tirêfe eçûme jêr bo jûr
gurcê dem axnî çi têř û çi tûr
dû helîş şewlmim egut lewser
tîşkî mang seryexsitimewe bo der
dize lay wabû xêwî mał xewtin
kewte amadebûn le řêy kewtin
şewlmî gut le tîşkî mang hała
piştî kêşa be textî naw mała
dwanî têła bedes le řast le çep
kwênderêt dêşî deykutin tep û řep
dizî bê nûze xwên weban dimewe
xewnî xoşî edîn be şewlmewe
kar û zanîn nebê le arada
sed niza û cadû behreyek nada