serçawe swêre

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  627 views
mîrî kor dîtî cilşiřê dijwên
mîrî girtote ber be tûk û cwên
xwaye dewr û dûkanî wergêřî
çî ledes naye mîrî wa xwêřî
kuřî daroẍeyêkî lêy dawim
xwa hełînegrî zorî lê kirawim
pirsî: ca mûçexor be mîrî çî?
do tirawe û tirş be şîrî çî?
le weram ew hejare dił jîre
witî: zincîreye û leyek gîre
dest û pê coye, mîre serçawe
tamî aw her yeke le herlawe
awî kanî ke şîrin û xoşe
ger le nawcoşe xoşe bînoşe
awî co tał û bogen û swêre
dyare serçawe pîs û bê xêre
mîr tikandî le çawî awî swêr
merce fermûy nemênê mîrî kwêr