kerî kuł

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  727 views
kerêkî bê kilk û kuł
zor pejarey kewte dił
řûy nebû le hîç deran
biçte naw kořî keran
kerî dêz û kerî şîn
qaqa pêy pê dekenîn
girtî řêgay deşt û çoł
be zeřezeř besmikoł
hergîz nedeleweřa
her bo kilkêk egeřa
řêgay kewte ber pałêk
kewtibuwe ser xeyałêk
deygut bełku lew nawe
şetłe kilk çeqawe
deyřiwanî û bonî dekird
her bîrî kilkî debird
xawen zewî pêy zanî
dest be têłay gawanî
kerî kuta xurî şor
lexwên sûrbû milî bor
ser berejêr lêy xuřî
dû gwêy le binda biřî
kerî bêçarey zebûn
kilk nebû gwêşî çûn