ker û ga

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  1021 views
şewê ga witî be ker:
were bimke çareser
bê wiçan û sanewem
peyta le çirûsanewem
her werd û şêw biřîne
cergî zemîn diřîne
sê gasne û çandine
emca debme gay bine
xo leber tozî gêre
çawim piřûş û kwêre.
ker witî: xo nexoş ke
xot kiruşme û peroş ke
eger xêw hate geweř
demit mebe bo leweř
***
xêw dîtî ga nasaze
naleweřê û lawaze
têgeyî fîkî kere
bo tenbełî řêbere
kerî kêşaye ber nîr
ba mandûbê kerî pîr
ta êware be têła
zewî řeqyan pê kêła
hatewe şil û şeket
ha êsta bibê seket
ga pirsî: çonî kake?
witî: diłim xemnake
emřo aẍa deyfermû
eger ga her nexoş bû
naçarim serî bibiřim
gacûtê dîke bikiřim
ga řapeřî zor le guř
maştî qesełî axuř
pirze û gizre û ka giştî
kilkî naye ser piştî
çapik le řewt û baza
saẍ tir le gwêzî aza
gayan derdekirde çoł
wirtey bû ker le sermoł
lew hełeweřyem geřêm
deş nûm û deş leweřêm
ga deygut le hêłî şêw
çend benirxe witey xêw
jyan bo karkirdine
tenbeł beşî mirdine