demeteqey bapîr û pîrot

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  547 views
sałî 1974 be’sî, gwaye bełênê xudmuxtarî dan be kurdistan ebate ser bê pirsî barzanî û partî, şêst kesî pest û nakesî çiłkawxorî xoy hełbijard boçaw bestinî řay giştî. xudmuxtarî her be naw û pûçeł û bê îxtyarî pê sipardin. lew barewe em demeteqeyem nûsî:
bi: mam pîrot řojbaş p: ey ban serekem
bi: xêre? bo girjî? p: ledax kerekem
bi: kereket? p: bełê bi kame? sûreke?
ew pel qewyekey milestûreke?
p: dem xoş, xoyesî bi: nexoş kewtuwe?
p: na wegyanî to, wa dû ḧewtuwe
manî girtuwe û dem le ka nada
wedewrî dadêm hergiwêş banada
to êjî çey bê? çon bîkem çare?
bi: we qisey min ekey bîbe ew xware
p: bapîr çe êjî? xwarûy bo çîye?
bi: dyare hîç agat lednya nîye
řadyo ebîsî? p: gwêm lê girtuwe
bi: sa kerekey toş emey bîstuwe
şêst ker le beẍda hełbijêrawin
bo ḧukmî zatî nawdêr kirawin
keresûrî to le wan pîrtire
bê çawênî bê zorîş jîrtire
eman zorbeyan caşulkey şînin
kere sûrî to be’sî bî bînin
her be tezkîye eyken be ře’îs
řizgarî ebê le pet û gurîs
ewsa le meclîs xoy têr co eka
eger toş gîryay tikat bo eka
p: bîsmîla bapîr ewe to şêt bûy!
le kerê geřê, etû lo xot kûy?
keresûrî min çon ebê be caş!
kû cizmey taze ebê be kełaş!
bewxiwayekeme, eme bizanê!
îtir wek dujmin le toş deřwanê
kû keresûrî awa be namûs
deçête beẍda û debête meb’ûs!
bi: pîrot bibûre, tobe, yaẍnîşim
p: başe lêt xoş bûyn xom û kerîşim