zengî mişkan

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  672 views
kowebûn mişkî małan
le nenk û mam û xałan
kilk barîk û çawzît
limboz dirêj û gwê qît
bîryan geř û gizî bû
zengołêkyan dizîbû
gutyan bê hest û çirpe
deyxeyne kilkî gurpe
herkatê derçê bo řaw
zengułe deyka be qaw
be xoşardinewe fêrîn
gurcê xoman weşêrîn
leber ew denge zenge
mam gurpe karî lenge
natwanê mişkê bigrê
bo xoy le birsan demrê
îtir dejîn wek paşa
le kendûy nîsk û maşa
hełmet ebeyn wek şêran
bo bijîwî cûtêran
hembanan dedřênîn
keşk û nan deqirtênîn
eger nema pişîle
mişkan tilî lî lî le
***
mişkê çawîlke le çaw
zor cîhan dîde û geřaw
simêłî sipî û dirêj
wirya û zorzan û kem bêj
dar goçanê le desta
hesta le koř hełwesta
witî: ey bira û xuşkan
pîr û řîş sipîy mişkan
mêşk û kon û řizîwe
bo ew zengew dizîwe?
êsta kê wa azaye
xo bawête bełaye
bîxate kilkî pisîk
îtir ne xirte û ne cîk
mişkan kirdyan biławe
zengîş lew nawe mawe
kewte destî mindałan
gutyan: tałan hey tałan
herkarê dest pê dekirê
bîrî dwařojî nebrê
wek zengî mişkî lê dê
daxwa behrey bo kê bê!