dujminî nezan

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 6 minutes  800 views
le bîrme lem kurdistane
lem kwêstan û daristane
xêwî dîwexanan mabûn
dûr le êsta keyxuda bûn
bo diłxoş bûnî mîwanan
degeřan bo çîrok zanan
ser guruştey nîwe şewan
behane bûn bo bê xewan
êsta ke dîwan nemawin
sûrî û řeşî dewrî dawin
zorbey kurd bêhoş kewtuwe
lenaw gwêy gada xewtuwe
taw sutandî û natlêtewe
megîn bexew buxlêtewe!
ca, çunke dinya gořawe
sermayey temeł dořawe
xewtû debê bêdar kirê
xoy binasê û wekar xirê
bo kurdî le xew xewî gêj
bo xom debim be çîrok bêj
ser guzeştey min û ’erew
bo řapeřîne nek bo xew!
ba gwêm lê bigirin, gwê dêran
biteknewe le xo bwêran
***
çîrok
yekê hebû, yekê nebû
zewî degeřa bê pişû
řojgarêkyan le řojgaran
besał geywete hezaran
zerdeştî bûm, agirperist
gwêm le awêsta heł dexist
witarî mubîdim ebîst
ahoremuzdam xoş dewîst
ehrîmenim la dizêw bû
pêm bedfeř û serbizêw bû
leşeřu şoř xom deparast
dejyam begał û keşk û mast
çiray şew řun gerçekî xom
pêławî pêm kiłaşî dom
çang û bûzûm deber dekird
bê wey jînim beser debird
***
bê aga şewêk nîwe şew
bû bezîřjin û be hewhew
wiştirsiwar be nawgund werbûn
kiras şoř û ben be serbûn
be zimanêkî dijwar û řeq
deyan dirkand qisey nesteq
ełła berze û yezdan newî
temî zend û pazend řewî
qełmask û řim witîr û şîr
wek yek eypêka law û pîr
kê destî danenwand kuştyan
xwênî kê germ bû řiştyan
tîxyan lexwênman şełał bû
xwênî mecûsan ḧełał bû
hatne ser jin û mindałan
ewîş beşêk bûn le tałan
çi kira, kirdyan û birdyanin
kenîz û koyley xoyanin
lawî kurd, pałewanî kar
firoşyar deyda bekřyar
lawî kurd pak û řû’ał
sewday pê dekira be kûtał
pêtî agir kewte jêr aw
awirgekem bû be mî’raw
kiram be îslamî dîn pak
’arew lêm bûn bebab û kak
mubîd le muẍyetî kewt
kira be melay mizgewt
řojûm girt û fêre nwêj bûm
xirame aw, bê kiřêj bûm
laşey bawkim sengibaran kird
tifim le karî caran kird
ewî xom kuştim le wane
cêgey nyazane û çil dane
witim oxey ḧesamewe
xem lanaka belamewe
***
lew sawe koylem bo kakim
zor gwê le mist û çalakim
herçî pêy espardim kirdim
bo ew jyam, bo ew mirdim
pîtakî xom bo wekokird
bo şeřan leşkirim bo kird
mîsir û şamim bo řizgar kird
xaç peristim tar û mar kird
be zimane şîrînekey ew
zemzemem hat be řoj û şew
be ’arebîm nûsî û xwêndim
her beserî ew bû swêndim
zor amêdî û şarezûrî
be nokerî hat û bûrî
fêrbûm piştî xom danewê
’areb pêy lê nê û ser kewê
***
gelanî dîş wek min hatin
serêk manewe û hełatin
bûne xawen mał û ała
her xom mamewe le çała
hîç kes wek xomî der nebird
kes wek minî beser nebird
nokerîm kird bê mûçe û nan
kiram be darheney tewnan
kerkît bûm kiryan pê kutam
beşî min her hênde bû swam
gutim qeynaka îslamîn
herduk likî yek nemamîn
xwa way nûsîwe le çarem
min pyawî ew aẍa swarem
řazîm be beşî bê beşî
desazêm be çare řeşî
bo ew herçêkî mebese
zerg û řîş û pirçim bese
***
ca werne seyrim xizmîne
çon geřa em çerxe şîne!
le paş hezar sał hatû çû
çûmewe ser deqî pêşû
min hîç negořam, her wa mam
şanazî dekem be îslam
kakim peşîman botewe!
dîsan lêm tê hełçotewe
le îslametî lay dawe
awiř nadatewe dwawe
komonîstîşe û nazîşe
wirçî sipye û berazîşe
herçîm bo kird, be hîç řoyî
lêm deřwanê be namoyî
ne pyawetî heye û ne xwa
cû ew dexwa, ew min dexwa
her dem pełpêkim pê degrê
karî wam pê deka nekirê
’efleq lay ew pêẍembere
pêm dełê sujdey bo bere
ger nanîşt le ser sêłe
nîştimanit be cê bêłe
nawit egořim lemew paş
kurd nabî û lay xom debye caş
egîna pêt dełêm to cûy
herdujminmî û herdujmin bûy
***
leşkirî lê kirdûm dîsan
leşkirî dest û dił pîsan
wiştirî emřoy fiřoke
qoçeqanî narincoke
tîreke bote napałim
deyhawête ser mindałim
řimbî êstay lûle tope
dem pêkê le řaste û çope
be têzab gundim qiř dekirê
saway bê tawan giř degrê
kurdî xo firoşyan heye
caşî zor lecoşyan heye
bo şeř destyan lepişt eden
her xom be xom kuşt eden
bełam
bełam eger ew gořawin
le pyawetî hełçořawin
geřî cîhanîşman gořa
mam nazî le bazî dořa
şêr bûn bependî pisatê
taze tajyegeř nagatê
dewrî gel xwardin beserçû
çyan dewê ledestyan derçû
nema îtir destim bibiřn
destî xwênawîm pê biřn
çakyan kird gemaroyan dam
wek hebûn xoyan nîşan dam
egîna hezar sałî dîş
firîw dedram be pirç û řîş
gencîne
aferîm yaba bo karit
bo xot û caşî gwê larit
mêjût bo taze kirdimewe
hawmałît le bîr birdimewe
dujminî ker gencîneye
řûy řeşî to bê pîneye
kewte rû dîwî awejût
kełpit derkewtûn gurge řût
bo xot cadûy xot betał kird
bo xot xot wêranemał kird
destit lenuşte û fû berda
xiłtet le mêşkî min derda
zor becê gurzî xot weşand
birayetîyeket hełweşand
le peyman rizgarit kirdim
le zor derdan çarit kirdim
çîdî be fêł net tasandim
xot û xoşimit pê nasandim
bew girmey ke bombat barand
xewî hezar sałimit tarand
be zor çawit pê kirdimewe
to dořandit, min birdimewe
noreme
sa, xot bigre bo tołey kurd
bejane mistekołey kurd
xencerim çaweřêy toye
bo xwênî pîs tamezroye
were bew xeyałe kałet
le şwên xewnî hezar sałet
ta tê gey ewî dît hew nîm
şahênî çyam û kew nîm
bîrdanî mêşkit řizîwe
xewnî berawejût dîwe
kurdim û azadî xwazim
be kurdistanim denazim
le ser çewêk û lwêçêk xoł
dediřim wirgî zor kerî zoł
behumêdî kurdistanim
beyarîy kurd peristanim
taławit bedemda dekem
karimit degeł yek la dekem
le kurdistan nema karit
tif le ḧuştir û dîdarit
le piştit debestim hêlke
deçye lay kulle û marmêlke
debê wat buktim be hêřî
her kewne xewnan wegêřî
herbiłê řojêk desbiř bûyn
bedîmen cwan û bin şiř bûyn
pel bî û le dûy caşkan hełêy
weylî û yaleylyan bo biłêy