demeteqey bapîr û pîrot

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  660 views
biraym eḧmedî miḧamî ke feylesûf û mamostay kurde xofroşekan bû, le bêganeperistî û nîştmanfroşîda řûy hemû namûs firoşêkî sipî kirdewe, le řojname û kowarekanî «newer » û «řizgarî le namûs»da hêrşî dekirde ser hemû kurdêkî kurdistan perist û wek tûle be kunî xoy eweřî. le jêr nawî «mamepîre»da gemaroy «hejar »y da û be tîzewe pêy gut «şayer û muherrîcî barzanî» û gutî «hejar kone periste û cwên be dagîrkeranî kurdistan eda û turk û fars û ’ereb be biray hawpişt û diłsozî kurd nazanê û karêkî wa deka» kurdekan ew birayaneyan naxoş bwê! emeş xizmete be îstî’mar û komperador û zyane bo gîrfanî zołe kurde necîbekan». le weramî nûsrawe benirxekanî mamostada eme nûsrawe:
bi: pîrot, a were p: ê, çî řûy dawe?
bi: le karî dinya serim suřmawe!
p: xêre? çî buwe? bi: kostit nekewê
mamosta caş bêt, îtir çit dewê?
p: kame mamosta? bi: kabra pîreke
ewey to et wit pyawê zîreke
p: zanîm kê êjî «biley eḧeřeş»
pîre pêşengî caşî şêst û şeş
bi: bełê bozî pîr řêy lê gořawe
lesongey diraw abřûy dořawe
le jêr ’emaşa caşî gwê leqe
bawkî ’uřûbe û ferxî ’efleqe
p: ke wabê bapîr, ew pîre mame
cwên be kurd eda le naw řojname
mamosta qadrî çem řêzanekes
kone kurdekey qanûn zanekes
bi: ’amferim pîrot, zanît xoyesî
řêwî bo sîrme mił û moyesî
ew saxteçîyekey emangut kurde
piştî le řêbaz ’areba birde
êjê ’arebî kołwane sûrim
dostî ’arew bû xuşkekey pûrim
êjê: kurdistan naşê bo kurd bê
ba lejêr çekmey bêgane wird bê
êjê: kê kurd bê řegez periste
kurdistan perist nazî û faşsite
êjê: dagîrker biray xomanin
kurd bo mirdin û ewan bo manin
p: pîrî axirşeř dek xwa řûy řeş ka
çon twanî, wa xoy besed cê beşka
her řoj be gezê, her şew be sengê
her sat le barê, her kat le řengê
řojêk le «jê, kaf» debû be endam
carêk le şořş eyut xom kwêxam
hełî kird ałay dijî komonîst
şûtî û temateş sûr ba ney dewîst
le hemedanda qayş firoş bû
demêk le taran le ḧeyş û noş bû
hatewe beẍda be dawên pakî
hawmałî be’se be îştirakî
pału hełmaław, miney co deka
’arew swaryetî û qewçey bo eka
bi: bełê pîrot gyan mamosta bile
cê pałwî şile û zor caşê zile
sûrî dûgre û hêlkey beraze
le jêr taray sûr, ’uřûbe baze
p: kewate bêje wek meymûn waye
we zuřnay lotî dête semaye
bi: bełê mamosta caşkî meydane
řûge û humêdî axuř û xane
îtir alîkder bekire, muşîre
bêjin mast řeşe, êjê wek qîre
şeřî kurd biken, êjê kurdikujim
wiştirî şanden ełê şîr mijim
namerd le şerim û namûs bê beşe
sûrî ken sûre û řeşî ken řeşe
p: ey sindanî bê, nirxî şerefî
xayn heta ser deng nada defî
bazî weřîşî babay xoy eka
seła lew keseş xayn boy eka
bi: ca êsta to biłê kak bile çîye!
p: pîrekerêke û le jêr be’sîye