bezmî behar

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  892 views
mizgênî da be sirwe bay beharî
wa hatewe newrozî kurdewarî
be tîşke têk şika supay kiřêwe
hewarî řoj geyşte xakelêwe
ferman dira be sewze ser hełênê
çîdî le bendî xakî řeş nemênê
ba derkewn, kuł û keser binêjin
ba řojî řizgarî biken be cêjin
şemał, gewał gewał hewr binêrê
aheng û bezmî cejnî pê bispêrê
***
ḧîlkanewe lew mujde awdiř û xiř
řeş bûnewe, řîşî sipî çyay çiř
çiłû geşayewe û bizey leser lêw
potřakî xoy řazandewe be goy zêw
hewr le deşt û şîw û pope şaxan
kirdî be top teqandin û çiraxan
mirarî bê jimarî dadebarand
le dar û der řûtî û nedarî tarand
şemałe, gałegałyetî û le kare
hełgirnew: şabaşî şay behare
şînke be gel, le gił serî derêna
her yeke çend qil û pelê be şwêna
xiřî berok piřn le denke baran
taze û teřn bo koř û bezmî yaran
newroze miştî piř gełay tełaye
her karge bê beła bê, bê gełaye
eger çî sawaye behar û başe
le çawî bed bedûr bê gya heraşe
be yek yeke û beko ledeşt û derda
wek kîje kurd hemûy gułî leserda
şalûr û bulbul sereřoy ewînin
her çaweçawyane gułan bibînin
her mele bo gułî diłî exwênê
her gułe bo diłdarî xoy enwênê
nergisî mest le zerdezîře zîze
be cwanî xoy denazê, zor be fîze
wenewşe mil keçe le ḧand pepûle
řêy dawe bê witey mela û pisûle
wa kîj û lawîş deçne der ledêwe
le řêwe têk degen jwange kêwe
gorimze, mam řêwas û hendirêşin
bo diłteřan behanen û le cêşin
gowend le kewşe, dûr le wişke sofîn
derfete mem guşîn û hełgiłofîn
şadin be yek mel û guł û dił û dił
beyek egen le bin dewen, leserçił
***
her min le dûrî to: hejar û damaw
deřwanme řêgeket beçawî piř’aw
beşim heta leşim le towe dûre
henîsk û hełmijînî eşkî sûre
xişłî gułan, bejin nemamî çawkał
were derim xe lew jyanî wa tał
min bulbulim le nałeda bezandin
germ û guřî diłim diłî tezandin
bimgeye, xobniwêne, dił bistêne
bazařî germî nazî guł bişkêne