demeteqey pîrot û bapîr

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  612 views
muşîr ’arf xwa cezay kirdewey xoy bidatewe hemîşe xoy wa nîşan eda ke musułmanî çake û be bê minasbe ayetî qur’anî dexwêndewe. lew barewe emem nûsîwe:
p: tûřet ebînim, xêre mam bapîr?
bi: pîrot zor qełsim ledaxî muşîr
p: muşîr yanî çî? bi: yanî mil huřê
řûřeş û desbiř wek qel eqřê
p: çî êjê? bi: êjê min musułmanim
ḧacîm, nwêjkerim, le dîn ezanim
ayet exwênê xwênaw hełênê
sawa ekujê û gund esûtênê
mela û mizgewt ber bomba eda
çî xwa pêy xoşe xoy lê la eda
p: fêł le xwa eka? bi: nexêr le min û to
diz beşew dize, em be nîweřo
p: ay lew mel’ûne lew bê wîjdane
dek be gijya çê xway ew qur’ane
bi: pîrot gyan gerek xoman aza bîn
biçîn be gijya û be temay xwa bîn
p: sa pena bexwa seketî ekeyn
herçî desbiř bê le nawî ebeyn
ḧacî caşîş hen bo wan çe êjî!
bi: bexwa pîrot gyan sawîlke û gêjî
ker be çûnî ḧec çon ebne ḧacî
hezar car bîşoy her pîse tacî
kesêk bibête dardestî zordar
namûs û xizmî bida be dînar
ḧecî le kwê bû? nwêj û řojûy kwa!
p: bexwa řû řeşin, ey pena bexwa!
melaş eyfermû caş bitopênin
xezaye û xêre des damenwênin
wa xencer dênim bo ’esker diřîn
bi: neqîzeş bêne bo caş lêxuřîn