hanî hanî

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  669 views
řadyoy beẍda perazîtî hawîştibuwe ser řadyoy şořş û le pesna sefḧeyekî lê eda ke her deygut «hanî hanî», minîş gałtem pê kirduwe û emem nûsîwe. le dengî pêşmergeda çap kirawe:
ełên xwalêxoşbuwekey bawkî muşîr çil sał fermanberî ḧikûmet bû le zemanî ’usmanlîda. ewende nazîrek bû tenya wişey hanî fêr bibû, ke be turkî ye’nî kame? ca boye êstaş muşîrî kuřî ewendey qewanî hanî hanî pê xoşe; çunke tenya kelîmeyek bû ke bawkî le zimanî bêganewe fêrî bibû. hemû řoj be goranî eygut. wa êmeş boman kirde goranyek:
hanî hanî hanî hanî
mam ’arf tirkî ezanî
muşîr eyłê be goranî
hanî hanî hanî hanî
muşîr ełê musułmanim
boye dujminî kurdanim
ba pêy biłên sîktir canim
birdit abřûy musułmanî
hanî hanî hanî hanî
şewê le mîsra eřeqsî
řojêk ḧeresî bo be’sî
le sêberî xot etirsî
pêşt waye pałewanî
hanî hanî hanî hanî
dinyay piř kird çeq û lûre
witit kurd lew dîw sinûre
eger dujmin hênde dûre
bo toqîwî le barzanî
hanî hanî hanî hanî