demeteqey pîrot û bapîr

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  657 views
ew çyay sefîney ’îsa şawî be dyarî eyda be muşîr ’arf des kurdan kewtewe û caş û ’arebîş ewî le topîn řizgar bûn û zor be şipirzeyî hełatin. lew barewe nûsîwme. le jimare «482» xebatda çap kirawe:
p: bapîr merḧeba bi: merḧeba serçaw
p: bo kwê wa gurcê? bi: bexwa, eçme řaw
p: řawî çî ekey? bi: her çîm deskewê
beraz bê, caş bê, zabte ’erewê
min her pîs kujim biçme her cêye.
p: bo naçye sefîn! şawyekî lêye
ewî kêwmanî eda be dyarî
bi: pîrot le eqła gelêk hejarî
şawî û mawî çî? ew řoje nema
caşk bizeřn be heway kema
p: řast ekey dîtim «zêřo» begyan kuşt
çû bo ceḧendem kilk leser pişt
satoxwa meřo pêm bêje bapîr
ewêsta çonin caşûley muşîr?
bi: yekcar kesasin gwêyan tepîwe
muşîrî bawkyan simî qełşîwe!
p: ca gwaye simî be çî qełşawe?
bi: cûtey le berdî kurdistan dawe
p: dek mirdûy mirê bexwa gwêrêje
bi: îtir mozî kird lew seru lêje
zabit swarî caş ser bere jêrin
p:řast ekey ’areb becaşan fêrin
deysa eçye kwê bo nêçîr û geşt!
bi: ebê lemewdiwa řaw bixeyne deşt
bo her kwê řaken eyandozmewe
bem beraz kujem eyan qozmewe
p: a, qurbanit bim bapîr byanpêke
kilke caşêkîş bo min beřê ke