wefdî kurdistan

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  778 views
wefdêkî şořş be serokayetîy celal tałebanîPerson le zemanî be’sîyanda çûbûne beẍdaLocation û lewêşewe, celal legeł çend kesêka çûbuwe qahîreLocation, min ke baweřim wabû, ew sefere zor bêhudeye em şî’rem leser nezmekey pîremêrd «wefdî kurdistan weten firoşan» nûsî, bełam nemtiwanî biławî kemewe:
wefdî kurdistan mest û bêhoşan
dem û pil hełey be dił nexoşan
le dûy çi wêłn! bo wa çewêłn!
takey serberd û řeqen dekêłn!
qahîre û beẍda çi dadêk deden
le dergay dujmin derozey deken!
maf desêndirê hergîz nedrawe
miltan deşkênê em xawe xawe
xwênî hezaran kurdî pîr û law
jinî şû nemaw, minałî bê baw
lêre bê tołe û bê beş manewe
êweş geř exon be şaranewe!
areq û xwênî řût û hejaran
deden be bade bo kořî yaran!
řêwî pêşengî celey wiştir bê
seyre û semere bar bigate cê
dek řenceřo bin, řencu beba da
řûzerdin leber qapî xudada
bo pare û kursî ême defroşin
şîrtan bo nada nêran dedoşin
xwênî mîrxan û meḧmûd kawanî
nefrîn denêrin bo tałebanî
xwaye çareyek zor çareřeşîn
zilman załmin boye bê beşîn
***
barzanî hawar cêy humêdanî
lew derdî giran her to dermanî
fêłbazî xoman lêman bûne kew
deman hawêne dawî em û ew
bazî serçya fiřey şabałêk
guřêk, hełmetêk xayn řamałêk
babî hetîwan meweste heste
bo řizgarkirdin widimit bedeste
wepêşman kewe ba serbexo bîn
wêranemałîn eger bê to bîn