lamerkezî

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  727 views
ḧizbî partî biřyarî wabû ke hergîz le daway ḧukmî zatî «otonomî» neyete xwar, celal tałebanîPerson deygut min parêzerim qanun ezanim, lamerkezîş hermanay otonomîye, min lam wabu fêłêke le kurd ekirê, destîşim nedeřoyî qibułî nekem. bew şî’ranem gałtem be lamerkezî kirduwe:
yar wekû mangî leser kel hate der lamerkezî
zułf û kakołî wekû mîşkî teter lamerkezî
çawî mestî hoş û hestî zor be teřdestî řifand
kułmî ałî xwênmî kirde heder lamerkezî
min gutim demirim le dûrît key be wesiłit şad ebim?
pêkenî û fermûy hejarPen name xakit beser lamerkezî
min gutim kurdim şitêkî wa bifermû têt bigem
ew gutî: nayzanê ẍeyrî parêzer lamerkezî
min gutim: wa dyare maç û des le gerdin kirdine
na, gutî: derdî girane bo ciger lamerkezî
min gutim: cwênîş bidey pêm waye her xoşt ewêm
tûře bû fermûy: dełêy hatuye ser lamerkezî
min gutim: carêk temaşam ke be goşey çaweket
pêy gutim: bo derbeder serfî nezer lamerkezî