sirûdî caş

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  1073 views
leser zimanî caşe kurdekanewe em sirûdem nûsîwe:
caşîn kuřî keranîn
caşekerî gwêpanîn
’aş ’aş ’aş
caş caş caş
ême wetenfiroşîn
mirdûy pare û qiroşîn
dardestî dagîrkerîn
keyfisaz û serxoşîn
nokerîn bo bêgane
be dił boy têdekoşîn
***
her kes wetenperiste
zor lelay ême peste
nîştiman û namûs çîyn!
bestey dînar mebeste
biray xoman ekujîn
ger tozêk xawen heste
***
ba dabarin tif û cwên
le hawřegez û hawxiwên
gwê nadeyne şitî wa
namûs, xwa û şeref le kwên!
le pyawetî tênageyn
le babet pare bidwên
***
namerdî xawen pare
laman aẍa û serdare
her kurtanman taze bê
kołman amadey bare
caşîn ba gewre bibîn
şeşdang ebîn em care