demeteqey bayz û pîrot

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  640 views
em demeteqeyeşim ke her hêrş bo ser kirdewey ’ebdulkerîme le jimare «3»y řojnamey kurdistan çap kirawe:
bi: xwa qewetit ba p: xot manû newî
bi: weçî xerîkî? p: kêłanî zewî
bi: çî lê eçênî? p: genim û herzin
bi: herzin bo mamir? p: ne bexwa bo min
bi: çon herzin exoy? p: ger destim kewê!
bi: leber çî? p: kwêxa ewîşî ewê
bi: kwa herzin exwa? p: bo mamrî xom
petî milîşim her le xurî xom
řone hî mine, goşte hî mine
bo min mandubûn, bo ew xwardine
bi: kwêxa zwîre lêt p: kemim hanîwe
bi: nexêr pêt êjê xot nenasîwe
p: min mam pîrot nîm! bi: meyje pîrotim
bêje kwêxa gyan hetîwî xotim
kwêxa naxwazê kes xawen nawbê
herçîyek boy ekey naşê berçaw bê
çermî piştî to bikate sifre
mełḧem dawakey lelay ew kifre
kar bike û daway nan û aw meke
giştî xizmet bew bîrî xaw meke
p: bełê bayz gyan min xom nanasim
her boye hênde řût û kesasim
eger wek merdim xom binasîba
naşê ew řojem beçaw bidîba
bi: pîrot xem mexo dinya we dewre
řojman der’eçê lebin em hewre
p: a: wexwa eger yek bîn min û to
kwêxa ebête řahêłî bê po