demeteqey bayz û pîrot

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  880 views
sidîq mîranPerson aẍayekî şeqławeLocation le nizîk gundî xoy kujra bû, ḧikûmetî ’ebdulkerîm deywîst ḧizbî partî têweda û behaney bo berpêdanî mafî kurd des kewê. lew barewe nûsîwme û le jimare «2»y kurdistan biławkirayewe:
bi: pîrot exenî? p: ey çon nexenim!
qawtî berba û kay leber şenim
bi: gwaye çî buwe? p: leme zyatir çî?
dinyaman bûge weherçî û perçî!
bi: ha, zanîm, êjî mang dirus eken
’emîlke gire û degeł řûs eken
p: bayz xwa eqił ba be minałit
bo mêşkî kon û bo bîrî kałit
gyane, kawrayek mird le şeqławe
êjin le beẍa tîrit lê dawe
wek êjin ẍews le beẍda buwe
we kełaş yekî le hînd kuştuwe
bi: gałtem pê ekey? p: bêjim çî gyane
çon řêy egîrê biř û behane?
bi: êjî behanes? p: behane û nîwe
myaw myaw bo pîwe, hêşta çit dîwe?
çend çewsamewe le řêgey kakim
dinya şayete çend pak û çakim
pêşmerge weřoj pasewan weşew
hezar birînim le leş leser ew
êste behanem bo edoznewe
giftî dujminim bo eqoznewe
êjin pif ekey le hemedana
ard weba edey le xorasana
dyare exwazin bê zad û têşû
bim geřênnewe ser deqî pêşû
bi: pîrot çon ewê çi xwa berdare?
kurd bo çi emende kiłoł û jare!
p: bayz kes emřo naşê bixenê
minał ta negrî şîrî nadenê