demeteqey bayz û bapîr

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  700 views
em demeteqeyeşim ke leser ’ebdulkerîm gutuwe le jimare«4»y kurdistan le beẍda çap kirawe:
bi: mam pîrot siław p: ay weḧelêkim
bi: çonî? le çîday? p: be xwa nařêkim
bi: nařêkît le çî? p: epirsî le min?
bûm we pend lenaw gişt dost û dujmin
bi: êjin to û gurze têkeł bûne sew!
p: bełê ca êsta ew baze û min kew
wegyan to hest û nîstî xom daye
bi: ca gwaye hêşta berçawî naye!
p: çaw û mawî çî! min xeta barim
way beser hênam le jîn bêzarim
le řemezanam sałê dwazde mang
nemzanîwe çîn parşêw û berbang
ew nanim exwa, min swênd beserî
ew zêř ekêşê min kwêrewerî
bo xoy têr goşte le ajałî min
giz û fit eda we minałî min
kase dirawsê eda bem û bew
êmeş çewrayî nawînîn be xew
bi: ca bo xewtan hes weşew le birsan?
p: ne bexwa, weřoj etûyn le tirsan
bi: dek pîroz newê, eştan tirsênê?
p: tirsandin û bes? gyanman derdênê
hîwam keçeł bû, wemlî wirdim
serî hełmałî û zirawî birdim?
xom kołewar kird bo dengî dehoł
kê bezey dadê wepyawî kiłoł
we qurḧanekey seyd sadiq swênim
derdim serbare û berbarî cwênim
bi: pîrot netbîstuwe bo destewstan
behreyek nada germên û kwêstan
kê didanî bê xwardinî ewê
p: a, wexwa, bayz derdit lêm kewê
ger řemezane û ger şeşekane
beşim herjem û dû tîke nane