şêt û şeyda bûm be dûta řoḧ û řêḧanim were

bangêk
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 2 minutes  530 views
şêt û şeyda bûm be dûta řoḧ û řêḧanim were
bûme koy nûre le řûta ’or û ẍîlmanim were
her xeyałî tom le diłda buwe tehlîle û zîkir
řojî qebirim bê cewab û silbî îmanim were
gêj û wêj û sersam û bêhoş çûme silkî weḧşyan
zîře zîřim dê wekû şêt şay silêmanim were
min birûskey çawî sûrim her wekû ře’dî behar
xo ke girmanim be carê ẍerqî beḧranim were
wa řegî dêwanekem lêt hate cumbuş yek keřet
bo zyaret wa xiroşam pîrî pîranim were
yek şemał hełke be zorî hewrî hîcirim labere
sayeqe û estêre derxe mahî asmanim were
bo fenay leşkirî ẍem topî ’eyş dabeste lêy
ne’retem ba întîhay bê şubhî luqmanim were
řubêtin esfendyarî ẍurbetî tom hate ser
bo ’îlacî em bełayem neslî destanim were
agirî kûrey derûnim asman kunkun eka
bo şeřaře û tînî agir beḧrî ’emmanim were
ger eto çarî nekey her xwaye ger çarey bika
zelzele û lêşawî firmêsk sedî tufanim were
wa ke îngilîzî fîraqit quwey teyeranî hat
bo sere û jêr û zebûn bałonî ełmanim were
min ke mindałêkî doynêm pîr û uftadem bedest
ḧesret û cewr û sizawe destedamanim were
ḧamî alḧirmînArabice herkes řû le xot û małit ka
ba xisusîArabic bêçare eḧmedPen name řû le dîwanim were