beytî mişk û pişîle

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  574 views
le bîrme carêk bawkim bo êranLocation
be sefer çûbû seferî xêran
hendê kitêbî bo min hênabû
beytî pişîle û mişkîşî tya bû
nûsîbwî řołey xawen ’eqił û hoş
bîxwênerewe beytî gurbe û muş
pişîle mişkî tuxin nedekewt
be fêł xoy xiste kuncêkî mizgewt
mişkan be şayî û be tilî lî lî
dyarîyan bo bird be qilî û bilî
mijdeyan eda pişîle ’abde
nezer le mêçke nakat zahîde
be diłêkî saf lêy girdibûnewe
be dest lemlan lêy wird bûnewe
eyanut: oxey, ew simêł cwane
çote kilîle, ew dem û dane
zoryan pê xoş bû ke nayangirê
pelamarî dan keçî le piřê
çwar û pêncî girt, be řast û be çep
sê û çwarêkîşî hawîşte jêr lep
tołey ew beyney pêşûy lê sendin
be zîke û cûke serî hełkendin
herçend ke sofî be kewł û post bê
çon baweř ekey canewerdost bê
xûyek siruştî ezel bîbexşê
be hîç nagořê be hîç nanexşê
ayn û oynîş zû derdekewê
dirozin zeḧmete naştay berkewê