serguzeştey pîrêjnan

bo minałanî gwê agirdan
From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 3 minutes  522 views
pûr tiłêxan biznêkî bû
sibeynan bo bêre eçû
kîtełey ebird eydoşî
le małewe day’epoşî
řojêk mam řêwî dozyewe
serî lada be dizyewe
miłçe miłç şîrî hełquřand
pûr tiłêxan kilkî peřand
řêwî řaykird bo naw řêwyan
lêyan kird be çepłeřêzan
hey řêwî kilkî biřawe
êcgarî abřûy tikawe
řêwî hate lay tiłêxan
lêy pařayewe be giryan
witî: kilke qułêm wêde
dapîr witî: şîrim pêde
řêwî witî: şîrim nîye
dapîr witî: ey biz çîye?
řîwî řoyşit serî kiz kird
xwazbênî şîrî le biz kird
witî: biz şîr we dapîr da
dapîr kilke qułêm wêda
biz witî: ba dar geła da
gwanî biz le şîr qeła da
emca biz şîr da bo dapîr
kilke qułêt bêtewe gîr
řêwî hełsa çû bo lay dar
girya û destî kird be hawar
dar witî: ba kanî aw da
liqî min sewz bê û geła da
řêwî řûy kirde lay kanî
mişûrî ber ewîş hanî
kanî witî: kîj çopî ka
areqî xoy le kanî ka
kanî ewsa aw bo dar da
dar sewz bê û geła be bar da
geła bo biz bê û biz şîr da
le tołey şîrî dapîrda
dapîr şîrî dî le cêda
ewsa kilke qułêy wêda
hawarî bo lay kîj hanî
kîjan bênêt bo ser kanî
kîjan kewşî sûryan nebû
penayan birde ber kewşdirû
kewşdirû nardye lay mamir
hêlkey bo bikat be qiřeqiř
mamir, danî lê dawa kird
hawarî bo ber cûtyar bird
cûtyar danî da be mamir
mamir çêkłidanî bû piř
be garegar hêlkey bo kird
bo westay kewşifroşî bird
westa kewşî bo kîj dirû
kirdyane pêyan zû be zû
çopî leser kanî kira
le kanî aw bo dar bira
dar gełay da û biz şîrî da
řêwî şîrî dapîrî da
dapîr kilke qułêy dayewe
be binêştetał gîrsayewe
řêwî çuwe naw řêwîyan
lêyan kird be hella kêşan
witî: bonî binêştetał dê
deryan kird hatewe bo dê
destêk cilî cwanî dizî
kirdye ber be de’ye û fîzî
hate naw řêwyan zû be zû
wityan: hey emet le kwê bû?
witî: le bin gomêkaye
sed ewendey dî têdaye
werin biçîn nîşantan dem
wek min derîbênin be dem
birdinye ser gomî ser aw
yekêkyan xoy xiste bin aw
be biłqebiłq ew dexnika
eyut: ewa bangitan eka
hemû xoyan tê fiřêda
be carêk xinkan lewêda
řêwîş dinyay nebirde ser
kirdey bedî xoy hate ber
řawkerêkî lê peyda bû
kuştî û bazařî kota bû
herçî wek řêwî fêłbaz bê
tûş ebê nabê derbaz bê
xwa řaste û řastî la xoşe
çewtîy serencamî boşe