pena be xwa

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  576 views
ke çûyte pał jin «bisim alilhArabic» bikey
minałî çakî lê dirust ekey
ewî le nawî «bisim alilhArabic» řaka
dyare ew demeş «bisim alilhArabic» naka
kewabû newey bebê «bisim alilhArabic»
ebê pêy biłêy «e’uz balilhArabic»
ewey ke direng bûbê be zawa
bem giranîye çon newey zawe
tenha sûretêk bê «bisim alilhArabic»ye
dûy tir yekî dû «bisim alilhArabic»y tyaye
şarekey ême silêmanîye
«bisim alilhArabic»y ême ke qur’anîye
boçî le tirsa «bisim alilhArabic» nekeyn
boçî cinoke le naw dernekeyn
êste cinoke naçne kêwî qaf
ekewne ẍabat bo laf û gezaf