î’lan

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  447 views
dwênê şew şeytan hat be pêkenîn
witî: î’lanim hênawe bo jîn
xot kełkit nîye pêt pê nakenim
nayem be lata wek xałojnim
î’lanî dana û sûkê boy derçû
řwanîm me’alî î’lan eme bû
taqmî «zebanîye» y cehenem bîstin
êsta nozdeyan heye be bîstin
qur’an fermûye: «tis’ih ’işirArabic»
yekêkyan keme kar naçête ser
manganey ewan hezar dînare
kêye talbî çûne lem şare?
her mangî hezar dînar kem nîye
bo erbabî xoy xirapî çîye
wa ême be jîn î’lanî ekeyn
çwar şertî heye beyanî ekeyn
şertî yekemyan ebê bedkar bin
nabê be kirdey çak lekedar bê
dûhem be leşî pîs řaybwardbê
nexełetabê nwêjî kirdibê
sêhem herçî pêy ełên muskirat
qet bwarey nebê bîst û çwar se’at
çwaremyan namûs lay mêşûle bê
swêndî be şeref wek pepûle bê
emca her kesêk eyewê biçê
řakat bo ewey lekîsî neçê