dersî «melay heyasî»

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  666 views
«qil e’uzArabic», to bêje
şew kurte û řoj dirêje
boye pyaw gêj û wêje
herçî ekirêt bîçêje
şîr ke tirşa, bîřêje
jin ke pîr bû bînêje
bê diraw kuştey nwêje
paredar zeynî têje
direw direwî şwênî lêje
goşt goştî meřî gêje
tam lelay jinî dirêje
bawî bêrojû û nwêje