be nawî «şî’rî ’izîzî» yewe

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  495 views
zêř û zîw bere be tikatewe
zor zû zwîrit bo aşt ekatewe
zêř hênd pesende bang keyte kerê
legeł witit «zeř» ew bot ezeřê
ke zanît dostit wa becêy hêştî
binêre miştî, bipeře piştî
şeytan bilwêrî dabû be şwanêk
legeł lêy eda le dîwexanêk
herçêkî lê bû ekewte sema
hîç kesêk leser barî xoy nema
xudawendî lewḧ lewḧêkî way bû
herçî bîdyaye teslîm ebû zû
êsta ziřey zêř dengî bilwêre
lewḧî banqenewt herçî dî kwêre
eme sîḧrêke le naw nabrê
be ’esay mûsaş çarey nakirê
her çend ke pare xwa xoy daynawe
bo ew hîçkes xway le bîr nemawe
qanûn qanûne û telî pêçrawe
«’idilArabic» hî yekêk le dûr xirawe
wirde nazanê çarî çon eka
masî le pêşda selkî bon eka
«zîfîArabic» paredar «fîzîArabic» legełe
bexşinde legeł hemwan têkełe
watey «’izîzî» duřiř û gewhere
bełam kîm uqler û kîm dîklereTurkish