destinwêj

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 3 minutes  798 views
destinwêj:
wek řêwî şil bûm le pêç û dewre
xizawme ḧewşî mizgewtî gewre
wamzanî xałî le maswaye
goşey ’îbadet cêy înziwaye
nemzanî banî dûhewa têda
«min kil fic ’imîqArabic» lewêda
bo ew kesaney diłyan wiryaye
nûrî kak eḧmed zor aşkiraye
le ḧewz berewxiwar ta biłêy xware
ger baweř nakey were binwaře
ḧewze gewrekey ke dełên pake
piřye le qewze herwek şyake
ḧewz nîye xezney çiłim û bełẍeme
her bełẍemêkî selke şełẍeme
ebarêt çiłim û bełẍem wek terze
baqiłim ax û tif le layan ferze
edebxaneke û ḧewzî têkewtin
piřyane le aw hênde bê bextin
le ḧewzî ḧewşe qing hełdebiřn
şiłpeşiłp perdey ḧeya ediřn
çiłim û bełẍem û gûy tya bişore
ke quletîn bû «ma’aً tihurhArabic»
wa destinwêj şitin tewaw bû înca norey bangidane:
wa destinwêj şorra, goyman le bange
bořebořêk dê, wek bořey manga
mela se’îde wa seła eka
řoḧî bîlalman bo îḧya eka
dûr le bangeke, emem hate bîr
«enkir alaswat lisut alḧimîrArabic»
dek xwaye bangider! qořet lêkewê
ke hełsayn, bořet biřabê şewê
min bořey emem la giran naye
xelk ełên zewqî memleket waye
kes nîye biłî: musułmanîne
bangî muḧemmed řewneqî dîne
boçî dengixoşêk nîye bang bidat
her lêrem dîwe bang be qonterat
xo kesêk bêt û lewê bang bida
lêy řa’epeřê û cwênî pê eda
direng bê û wadey bangîş têpeřê
ba bê wadeş bê ebê bizeřê
xełk lêy etirsê, hare «walsilamArabic»
miłozmêke bo bangî îslam
nazanim xwa boç bořey nabřê
yaxud pêẍember boç têy naxuřê
lezetî bangî îslamî nehêşt
herçî gwêy lê bû mizgewtî cê hêşt
bew denge qoře sełay nîweřo
hîç ferqî nîye legeł bawkeřo
eger allihidêr bew řenge bikirê
baraş le aşî germyan ebřê
nwêj:
bangiman tewaw kird, cema’et bestira
bo îmametî kwêrêk pêş xira
bîst melay çawsaẍ lewê westawe
îmam kwêr nebê nwêj natewawe
her małî xwaye şêwawe, bê xêw
meşhure fîke be biray bê lêw
tuxwa lêy geřê le îmanî kurd
her bo eweye biłên nwêjman kird
ax em xozgeyey min ehate dî
şeře goçanî kwêrantan edî
sa daykit egêm teqem bo bike
eger namerd nît meřo řa meke
teqey kird goçan wek tîr efřê
nawcergî kwêrey beramber ebřê
hendêkyan wek aş esûřênewe
be dûsed çawsaẍ lêk nakirênewe
herçî nwêj ekat lewber heywane
sucde ebate ber ew qebrane
le şêx etirsêt, le xwa qeynaka
leber şêx nebêt hîç nwêjêk naka
qeynake qebrî şêxî serkare
sucde bo şêxe zaten lem şare
le cerdeyîşda nwêjyan terk naken
bo hejar kuştin pif le do naken
çawlêkerîye nwêjkirdinî kurd
her bo eweye biłên nwêjman kird
jin û şêx le xwa pêştire bo swênd
îtir besyetî tewawman tê çênd