derdî komełayetî

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  771 views
tyatroy êrew gişt întizamî
êsta hatote sergemey řamî
biław botewe le naw xas û ’am
cokeryan kirde wêrdî subiḧ û şam
ger bê xeberî fermû bîbîne
şewêk biçore çaxaney mîne
ewsa ebînî le hemû layek
herçend kesêke û çûne penayek
dewrî kaẍezyan dawe û danîştûn
bo wesłî coker şêt û şeyda bûn
xerîkî yarîn hoşyan nemawe
milyan kûř buwe û piştyan çemawe
her zirim û hûř û heraheraye
seyrêkî xoşe wek sînemaye
biłê: le «alḧimdArabic» em gelî kurde
bo şitî bê feř bedestubirde
nîfaq û fîtne û casusî û qumar
tyaya şarezan wekû danî mar
enca bêynewe ser yarîkeran
her destey becya bot bikem beyan
têkeł beyek bûn wek çêştî swałker
taqmêk me’mûr, sidare beser
yekêk midîre û yekêk miḧasb
yekêk mu’elilim, yekêk başkatib
emřo lewêda wekû me’mûre
kořyan dête coş be çeşnî kûre
le hewełî mang ta pênc û şeşî
her leser pare ekirêt dûbeşî
bełam birader ke heşt û noy dê
gûy seg beḧałî her xoy be xoy bê
enca qerz eka pare lem û lew
leber qerzarî xo nanwê be şew
bem new’e lat bû parey nemawe
yarîyekey dête ser çayî û qawe
be kurtî, da’îm pest û ẍembare
bê qedir û qîmet, sûk û qerzare
desteyekî tir ewîş ticare
silkî kasbî û ehlî bazaře
be řoj hewł eden bew ḧałe pîse
be sed oyn û swênd û desîse
destî xełk ebiřn şitêk efroşin
ke şewyan lêhat weha becoşin
lêkî berewe û çakî bizane
eme eḧwałî mucteme’mane
min řêgey yarî nagirim be kullî
ba bikirêt bełam be mu’tedlî
ême qewmêkîn wa le jêr barîn
ḧeyfe ewende xerîkî yarîn
carê ba xoman derkeyn le weḧşet
ewsa des bene esbabî ’uşret