kotre barîke

le sałî 1939da be nawî «zergeteyî» yewe biławî kirdotewe
From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  1201 views
kotre barîkey xał û mîl řengîn
lanet le popey dar tûbay berîn
ḧiq û hût neẍmey cibrîlî emîn
be gonay adem kewte ser zemîn
***
min û to řiştey beynet lemil bûyn
nişîdexwanî ẍunçey yek guł bûyn
sermestî neş’ey badey yek mil bûyn
zadey siruştî yek aw û gił bûyn
***
katê yek bał û yek mał bûyn le deşt
çîneman ekird le deşt wek beheşt
le nakaw daney bedbextîman çeşt
laneman řûxa be bay şorî deşt
***
herdû giriftar dawî yek seyyad
min le daxa û to le şaxa naşad
dest bestey bêdad çerxî keç binyad
nemirdîn dîman em cejney azad
***
embînî hewday dawî nehatî
honrawey pencey çend hawwiłatî
diłsoz bûm sozim edî le batî
heło peřî xoy bû be xełatî
***
êsta ke dewrî dewran wergeřa
mangay gełbaxî mird û do biřa
jornał, furme, tepił, hersêkyan diřa
nazanim pyawî bed çî pê biřa?