be yadî kon

xeyałî wirde
From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  734 views
xozge yar ebû be xawen qerz lêm
bo herkiwê eçûm ehate ser řêm
yar le naw řeza seyrî tirêy kird
bołêkim lê xward mest bûm destubird
be yadî çawî badamî leylam
xwênî bedenim bû be řon badam
firmêskim bo řûy le berd şika bû
berd bû be şuşe guławî tya bû
mangîş le yektir kewtûne gizî
řemezan cejnî le şewał dizî
’eşrey muḧeřem ke cejnî nûḧe
bo şê’e buwe be şîn û nuḧe
swênd exom hêşta min tom nedîwe
legeł to şêt bûm hoşim peřîwe