xwa pêdaw

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  1130 views
le beẍdad koşkê le kenarî şet
baẍî piř bilbil şetî piř le bet
çîmen zarêke guł û perjîne
herçî hat coşî be hełpeřîne
lêy řakşabûm be xeyałewe
beşku perî bom bête małewe
naga çwar perî çwar dewreyan dam
sifîd poşêkyan be naz hate lam
be tîylayyekî çawî bîmarî
diłim engêwra û derdim bû karî
min be şerarey êşî zamewe
leber pêy ewa etlamewe
le piřêk qaqay firîştey sewzpoş
geyye serwextim hênamyewe coş
witî: bem pîrîye çît le cwanane
ekewye dawî xał û lerzane
witim: her pîre cwan têk ebestê
nemam be darî pîr řa’ewestê
witî: namewê to nemam gîr bî
bo ewe çakî nîşaney tîr bî
tîrêkî hawîşt le birjangewe
wek tîrî şehab le řûy mangewe
hat day le cergim wamzanî mirdim
cile tazekey xwênawî kirdim
ew řoyşit enca pemeyî poş hat
ewîş tîrêkî kirdim be xełat
witî: xot bigre kafir! begîrî
pîrî, bo ême kołekey tîrî
witim: tîrêkit le cergî pîr da
sadey tîrêkî tir be şwên tîr da
bem sê tîrewe diłim ne’esrewt
xwa day zerdepoş lewlawe derkewt
bew bałay ałay serwî nazewe
bew çawe bazey ’îşwebazewe
tirîqey qaqay zîndûy kirdimewe
êşî xedengî le bîr birdimewe
be mîhrebanî hat belamewe
diłxoşî deway zamî damewe
bangyan kird her sê perî kuşnide
hatne serînim be ’îşwe û xende
wityan: herçend xwên kewte beynewe
emcare hatûyn aştit keynewe
dest lemlan û gerdin azayî
kirdimane keyf û bezmî çawşayî
çayî le sayey gerdinyan dyar bû
ḧorî beheştyan la xizmetkar bû
syanyan derbarey min lutfikar bû
bełam yekêkyan le pyaw bêzar bû
xwa tołey ewîş le bed bistênê
dojminî cinsî letîf nemênê
be dest lemlanyan bûmewe be kuř
serçopîm kêşa be ’eşq û be guř
be demaẍewe emut: şa kêye?
bo kes nelwawe em hełpeřkêye