befrî behar

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  828 views
befrî řûspî be demewbehar
serî dayewe serî pê bû har
awedanî û çoł her wek pemwane
le lokey befra têkřa penhane
diłsard û řûřeş bê bezeyye
řûspyetyekey nawî turkîye
wek genmeşamî birîşkey sersac
sipî hełgeřa hejar bê ’elac
kilkexakenaz le serma sûta
gwêswanekanman be zuqim řûxa
gopkey dirextî nazdarî tirsan
pelkî wenewşey sîs kird çirûsan
ew çawe cwaney nêrgisî kwêr kird
bestełek destî «xanmełî» y lê bird
pîrêjin ełê: befrî ard buwe
qedryan negirtuwe û lekîsyan çuwe
çî debû befir şekir bwaye
sermaye ebû bo em sermaye
hatwe xoy pîşan hełekok eda
cařî řîswayî kokekok eda