xakî ber pête bequrban nûrî çawanim were

pařanewe
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 2 minutes  575 views
xakî ber pête bequrban nûrî çawanim were
ba fîday dû dîdeket kem... dîn û îmanim were
her wekû ye’qûb le dûrî toye girye û zar ekem
çaweřêy pîrahenî tom şahî ken’anim were
çen hezaran şahî ’eşqit kirde ’ebid û derkewan
bo xułamît ḧazirim min şahî cwananim were
to bifermûy da’îma min ḧazirim bo mirdinîş
baweřîş nakey lejêr destaye qur’anim were
her biřêjin ba řeqîban xwênekem pêyan ḧełał
ger leser to min bikujrêm wek şehîdanim were
ger qebûłim key be diłdar bêstûnim bête řê
şerit ekem ta řojî mirdin merdî meydanim were
řû le kuncî xem ekem qet namewê ’eyş û sirûr
zîkir ekem nawit be wêney wêrdî subḧanim were
muddetêke aşnatim... řû le min bo la edey...?
dûr le bałat her xerîkî şîn û giryanim were
ger nebê lomey em û ew řû le kêw û deşt ekem
çî bikem pabesteyî lomey řeqîbanim were
řojî cwanît bo bigîrê qet xwa hełnagrê?
şu’lewer be tuxwa xurşîdî tabanim were
wa be carê mewc eda wek beḧrî xwênîn dîdekem
toy ke sedî key şepolî eşk û giryanim were
hîc şîfam nabê be luqman bêt û zîndûş bîtewe
çaweřîy tom, to dezanî derd û dermanim were
řû meke eẍyar û nakes, ḧeyfe xot řîswa ekey
to be dêwanem mezane... min qedirzanim were