jûrî sêdare

From the Book:
Şîr û Helwêst
By:
Mala Ali (1953-1979)
 3 minutes  2515 views
bira dûr û xizim dûr kesim dûr
be nabełed temen emba berew jûr
bełam řûne, berew sêdare çûne
xeney xwênim le pê egrê: ałay sûr
***
berew jûrî, berew jûrî sêdare
mandûy kirdûm û şwênekem şêdare
ke nîşaney peşêwî pêwe şêwem
ewe birînî eşkenceyew, cê dare
***
ełên: emrê û, le tirsî mirdin peşêwe
pêşmerge bim her ekewme pêş êwe
be mergî pêş mergî êwe asûdem
řûşim, zerdey pêkenînî her pêwe
***
gerçî berew dwamałî jîn beřêwem
yekem małî nemirdin dyare lêwem
beşim çunke mirdinî naw cê nîye
şadim ke ta dwa henaseş be pêwem
***
mergî awa nagořmewe be sed jîn
jînêk serim bo dujmin bê be perjîn
serberzîye ke pêławim ebînin
be ser serî dujminewe le berzîn
 
pê le seryan da’enêm û eřwanim,
berew şarî cê hewarî karwanim
egem pêyan, çunke dyare cê pêyan
êreye û lêy lanadem ta etwanim
***
ewa êsta kewtûme şwên pêşřewêk
ke lêre bwe le pêş minda çend şewêk
dyare minîş her ewendey lê ebim
wa be nwênî ew eşkênim serxewêk
***
xo be nwênî cêmawî da epoşim
ta pêy sûk bê, êşî laşey nexoşim
bote bełgey be şwên ewda řoyştinim
axo kêy tir pêy dête şwênî xoşim!
***
dîsan řêgay şwênî kem le pêşe
řêy gořistan, ke diłnyam ew lewêşe
eger laşem neşê bibrête şwênî
gyanim le ser gułî ser gořî mêşe
***
ke diłnyam eçête cêy şanazî
lew řêyeda minîş ekem gyanbazî
ke ew xwênî xełatî řêy xebate
xwênî minîş enexşênê řêbazî
***
ew mergey lêm tirsawe, eylawênim
bo nawêrê bêt û, bigrê dawênim!
ba bimnasê ke pêşmergey «komełe» û
kadrêkî dest û dawên xawênim
***
ke paş mirdin hebû dinyayekî nwê
ta ew kate ba gyanîşim têr binwê
çunke řojî hestanewe derfetî
firmanêkî wek êstam her bo elwê
***
lew dinyayeş her pêşmergew, kadirim
ke hîç nebê lewey êsta çatirim
lêre xawen ezmûnî řêy xebatim
lewê lenêw kûrey şořş agirim
***
eger lêre nemtiwanîbê bicengim
lewê bedest hawřêyekewe tifengim
eger lêre becê mabim le karwan
lewê le pêş karwanewe pêşengim