bo azîzekem

From the Book:
Şîr û Helwêst
By:
Mala Ali (1953-1979)
 2 minutes  2729 views
ke řêyan dawî bo yek car
tuxwa azîz
dîdenîm ke
çend řojêkim werzî behar
mawe «bê wade» hat payîz
xezełwere
tuxwa were...
dîdenîm ke:
ba wa tê negen ke derdî
sure gułî
geşî dwênêy-
serdiwa çiłî
emřo leber ziryan zerdî -
berew merg çûne emka zîz... to xenîm ke
azîz gyan... eger to řazît
xwênim eřêjme dêrawî
be řêḧane û guł çênrawî
dewru berî řêy pêşwazît
azîz gyan ... ke arezût
bo kam gułey zor cwane, bizût
ke meylî dił
şwênêkî kirde baxî guł
êsqanim ekem be «kud» û
be dêrawî gułşenîm ke
tuxwa azîz wa hawřêyan
bo serey merg hatin be řîz
her minyan lê becê mawim
heta mawim,
bifermû, cête serçawim
le řêy hatinit westawim
dîdenîm ke
ger efermûy... xwênim hemûy
gułzarî řête, mû be mûy
ebme qurbanî le pêşt
bo tê hełsûnî berpêşt
xawen gilêney dîdenîm, ke:
ta emirim le jûr serim bî
bo diłdarî řaberim bî, řênwênîm ke...
tuxwa azîz, xo ezanî çone şwênim
ezanî bê berg û nwênim ...
bêçarem û, be şermewe, to edwênim
bêy bo bijarî pûş û xarî
nêw gułzarî zamî xwênawî dijwênim
be hatinit, ba řoşin bê dewru berim
axawtinit honrawe bê, bête berim
serpoşeket, pêş kifin bikirête berim
were çarê: şewnxûnî û, řoj xewałûy
bê nwênîm ke
azîz gyan to bê gułî řût
be pêy petî...
qułfey petî
sêdare exrête bînim
emirim û, neba netbînim
netbînim her biłêm: xwaḧafîz
tuxwa azîz
wa diłnask nebûm hergîz
dîdenîm ke...!!