jyan

From the Book:
Şîr û Helwêst
By:
Mala Ali (1953-1979)
 3 minutes  1413 views
jînim wek xewê hate pêş çawî
kurdistan têr têr nejyam le nawî
nejyam xizmetê bikem heta hem
têşwî bo şořş tya bênme berhem
nejyam ta diřkêk wela nêm leřêy
hawřêy pêşmergem zamar nebê pêy
nejyam xizmetêk bo gel tomar kem
řûm bê! řû berew ałay kirêkar kem
nejyam hênd bikem pêşmergayetî
bira şerim neka: biłên: birayetî
nejyam ew kesey wek minew, dîle
azad bê û biłê: biram le qendîle
eçme dîdenî lew cê heware
ke binkey sûrî hîway hejare
ke zankoy şeřî pêşmerganeye
řimî arastey řûy bêganeye
nejyam bêtewe, biçme serdanî
pêkewe biçîne nêw awedanî
kořî giftugoy her weku caran
bibestîn legeł xełkî, êwaran
betêrî basî em zułim û zore
şî bikeynewe boyan be nore
nejyam korpeyek naw binêm «tołe»
biřwate şwênim ba nełên: çołe
nejyam birazayek naw binêm jîlwan
ta nełên, gerdûn bo pyaw kujî lwan
biraza temê ka be mergî mamî
aw neda be xwên řegî nemamî
nejyam bo xełkî bibme cêy biřwa,
nełên bê sûd bû, çiş! deba biřwa
nejyam bo newey nwê, řê text kem
nek carê sed car gyanim bext kem
nejîm bo mirdin bimirim pyawane
mergim bibête yek derya wane
nejyam ta newey taze bibînim
boyam hełřêjim, çî tyaye, bînim
ta hemû hestî peng xwardiwî derûn
derbiřim û, bangim bigate gerdûn
bîda le jêy gwêy hemû cemawer
partîzanane, bibne cengawer..
xebatî sextî «komełe» û kełkî
bibête ezmûn bo hemû xełkî
her le xorhełat, heta xor’awa
biłên nimûney kadrî awa,
kem û puxte bê, nek boru, gelêk bê
legeł karwanî herçî gelêk bê
eşê bikirête sermeşqî xebat
hoy řizgarîy bê, bo gel û wułat
nejyam bew erkey serşanim hestim
bête dî hemû xozge û mebestim
bo hênane dî ewane emirim
boye dawênî kurdistan egirim:
bimxate řîzî merdanî aza
arezûm wa bû, bełam nesaza
em wîst xizmetî wułat pîşem bê
ałay sûr bûkî nwêy hemîşem bê
çî bikem .. nexşekem mirdin têkî da
dujmin xwênekem wa le pêkî da
bełê pêy waye lenawim eba
nazanê berew hetawim eba
berew xor, bazûm pê heł emałê
ebme řunakî bo hemû małê
çend řojêkî tir berew sêdare
ebrêm û emirim, gyanîş bêdare
boye ke dujmin lêm bibê be dêw
pařanewem lêy nayete ser lêw
zamî eşkence û, bend û kot û pet
serim bo dujmin newî naka qet
merdane pêkî mirdin ekem noş
çiş lemin, serî hawřêyanim xoş
bełam ke emwîst nemirim be gencî
kurdistan eyut, pêwîstime řencî