yadêkî kurdistan

From the Book:
Şîr û Helwêst
By:
Mala Ali (1953-1979)
 6 minutes  1753 views
hatewe yadim şewêkî qendîl
hênaye giryan diłey mat û dîl
ew destey lewê befraw eytezand
dax kirawe lêre be agir û jîl
***
be dem řêgawe be nukte bazî
pîşanman eda wez’î nařazî
neman ezanî, çon ebřê wazû
řêy dûrî berew lutkey hewrazî
***
serma û hewrazî qendîl pîroz bê
hemû umêdtan her be newroz bê
feramoş ebê ew kate herçî
řojêkî zistan sext û ałoz bê
***
qendîl kwêstanî diłgîrî wiłat
her hetaku «ab» dałdetan edat
îtir dewarî dałde namênê û,
taray zîwînî nwê ekirê xełat
***
dwayîş cirîwe û befrawî behar
esřê le diłan xemî řojgar
edřî le berya bergî werzî kon
eygořêtewe be şałî gułdar!
***
çendeş mandû bin eḧesênewe
madam be azad ser enênewe
madam be wîst û arezûy xotan
destitan be çekî tołe sênewe
***
xozge minîş her lewê mabayem
çekekem bes bû le cêy sermayem
řanabrê temen lem germe sêre
çunke perwerdey ew cê sermayem
***
hatewe yadim şewêkî «sara»
le nêw kejawey werzî behara
çîmen řaxer û, asmanî şînî
piř le estêreş, desmał û tara
***
wek řazanewey ał û wałay bûk
le naw amêzya leşim ebû sûk
çon beser bûka nuqił ebarî
be êmeş ebřa nuqłî bełałuk
***
kanî befrawî piř le zîx û çew
efsûnî eřişt leber mange şew
xişey darmazûy ber şiney fênk
çipey dwanî bû le cêjwanî ew
***
cirîwey melî lane lê wun bû
şimşałî şwanî şî’rî «hêmin» bû
darî cê laney şewî řabûrdûy
bê laneyekî tirî le bin bû
***
şew êşkiçî bûm legeł hawřêyek
le şwênêkî berz le bin hermêyek
xeyałî xawîş xulya û xerîkî
geřanî xoy bû, bo hemû cêyek
***
carêk pepûle û, carêkîş mel bû
carêk pişt kom û dest koł û şel bû
carêk fîşekî naw lûley çekî
partîzanêk bû, çaweřêy hel bû
***
carêk be heway henase ebzût
carêk cê girtû wek kêwî birzût
carêk sehołî çořawgey dołî
kwêstan û, carêk pişkoy sere bizût
***
hênde xêra bû małî neşêwê
ew nawe geřa heta parşêwê
weku teterêk «organ»y pê bê
le qendîlewe bo sara û zêwê
***
carêk be pyade û, carêk be swarî
řêy serew jûru, řêy berew xwarî
alan û pişder egeřaw hemû
gomî çem û zê bibûne bwarî
***
ew řîze şaxe ta «pîremegrunLocation»
ke pêstî serî dagîrker egrun
pêyan le şextey sehoł etrazê û
laşeyan ebê heprun be heprun
***
bo keştî xeyał bibûne bender
bo geştî sałêk lêy exist lenger
carêk ebûne cê hewarî xêł
carêk ebûne binke û cêy senger
***
carêk xeyałî hetîwî bê kiras
yan pê tezîwî, mil řûtî pê xwas
carêk xeyałî baweşênî dił
bûne hewênî řaz û bas û xwas
***
dûr û nizîk û, «asman û řêsman»
bûne tan û poy pexşanî basman
mang û estêre eřjane awî
dukan û, masî eçûne asman
***
be řûy «dukan» û, be řûy «surdaş»a
lew cê berzewe emkird temaşa
ew geła sewzey, sayey serim bû
nem’egořyewe be tacî paşa...
***
xozge emirdim ewsa lew kêwe
çekekem eybird yekêk le êwe
wa êsta çek û fîşekdanekem
nazanim le kwê, be şanî kêwe
***
hatewe yadim şewêkî «qopî»
çira tořî gund û, qeredaẍ giłopî
bo suxmey řeşî şew goberokî
zemawendêk bûn, qopî serçopî
***
le «zimnako»we heta «beranan»
be řeşbełek û lence û xořanan
edrewşayewe «lala» û lokis û
karebay xişłî sabat û banan
***
ew şar û gundu, ew şax û herde
le «baseře»we heta «giłezerde»
hêmnî bałî beser kêşabû
wek bûkî şermin çûbête perde
***
xuřey kanyawîş lew berew xware
lêm bûne xirmey kirmek û gware
le destî «do»da hênde xeyałim
hełpeřî, êstaş henasem sware
***
gełamêw, bûne řistî «lagîre»
lawlawîş bûne milwankey «lîre»
ewendem lewê temaşa kirdin
lêreş babetî zaxawî bîre
***
asman awêney pêş kejawe bû
samałêkî bê, hewr û jawe bû
bełam asman û zewî endêşem
şanoy nwandinî sed ajawe bû
***
le diłma towî çend bîrewerî
sewz bû, gułî kirdu, hełwerî
dîsan bo werzî taze towî řişt
ta, bê guł nebê bo kwêrewerî
***
lew cê řeşmał û, hobew heware
lut be bon kewt û, çaw be şeware
boye ta êstaş natwanim basî
tewaw binusim, dest kołeware
***
tawêk gwêm egird le radyoy êran
«êranî êsta» ałozî, wêran
tawê besteyek leser lêwim bû
be astem emût leber newêran
***
etirsam kesêk gwêy le dengim bê
bêt û awêzey girawî şengim bê
lew şwêney şewê şayî siruşt bû
beyanî legeł dujmin cengim bê
***
destî hawřê yek negate destim
xoşim be tenya netwanim, hestim
bew erke wipekî firmanim kewê
negate encam wek xoy: mebestim
***
xeyał, gelê cêy awa kirdewe
girewî le bizey sawa birdewe
çî le mirdin kem derfetim nada
nexşey xeyałim bibne kirdewe
***
betenya şewm awa birde ser
kołekem dana, serim kirde ser
xozge emirdim lewê ta botan
nebûmaye hoy êş û derdî ser
***
lewê emirdim, enêjram û bes
îtir nedehat bo dîdenîm kes
bawik û daykî «xoşî neçêştû»
wa nedebûne xełuz û qeqnes
***
êsta kewtume em şwêne tenge
řaxerim xaru serînim senge
pey, be řojgarî aynde nabem
epirsim, ejîm? kes nałê renge
***
emřo lêrem û sibey le gořê
çiş ba nawîşim neyete gořê
min bełênî xom her ebeme ser
řêbazim lenaw gořîş negořê
***
qendîl û sara û qopî řengînim
saman witac û text û nigînim
bo serbexoyî gel bû, xebat û
legeł arezûy xoma cengînim
***
gerçî wek masî derya le tořa
dyar nîm le hîç kes meger le to, řa
bełam asûdey ewem, baweřim
besed eşkence û, tefre nedořa
***
min eřom û ta êweş bimênin
hezarî wek min deste û damênin
bibne serbazî ser le pênawtan
bê ewey bo gyan bexşîn damênin