bo biray zîndanîm

From the Book:
Şîr û Helwêst
By:
Mala Ali (1953-1979)
 1 minutes  1179 views
biray zîndanî dûre dîdarim
ax bo bînînit dił piř ce xarim
to le zîndana bê agay le min
toy le min dûr kird xwênxorî dujmin
xozge paş mirdin bimdîbayewe
tołey em dûryem bikirdayewe
be şêwe û řeftar her le yek eçûyn
herwek gyanêk bûyn le dû leşda bûyn
nazanim dway min çî beser to dê!
dête berçawit yadgarî dê
diłit dête coş wekû min, çon bûm
ke ledûrî to le hoş xom eçûm!
çend carê «aso»m maç kird le cyatît
le řûya dyar bû nîşaney matît..
şîrîn, şino gyan, řuḧekem aso
siław bo xizman bo hemwan bo to
min be qurbanî bab û bapîrit,
pêşmerge be ta ḧełał bê şîrit