qurbanî

From the Book:
Şîr û Helwêst
By:
Mala Ali (1953-1979)
 1 minutes  991 views
hemû mangî sał bûne ḧuzeyran
hemû werz bûn be werzî xezan
kam gelî dinya wek kurd bê beşe
berg û kałayan sertapa řeşe!
hîç małêk nîye bê qurbanî bê,
satêkî jînî şadmanî bê
pîr û law hemû le řêy nîştiman
beşyan kuştine û le sêdaredan
kewabê boçî jîn lam şîrîn bê!
dił piř le kuł û, çaw piř esrîn bê
êsta jînî xom hênd la herzane
sed car qurbanî em kurdistane
qurbanî çînî çewsawey ekem
kurd be milyonî wek min nabê, kem