ba şitêk bibê xwardinî tê bikem bot

From the Book:
Koy Berhemî Qizilcî
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 1 minutes  838 views

pyawêkî pîr taqekuřêkî hebû. pyaweke zor pîr bûbû. îtir neydetwanî hîç karêk bika. řojêk kuřekey gutî:

- her be xořayî nanî min dexoy. de biřo ho lewê řakşê, le aẍełeke.

pîremêrdeke çû le aẍełeke řakşa. kuřekey nane řeqey hêna û boy fiřê da naw axuřeke. pîremêrdekey destî kird be giryan. newey pîremêrdeke ke ewey dî, teşwêyekî hełgirt û çuwe ḧewşeke destî kird be taşîn û qułkirdinî kolkedarêk. bawkî lêy pirsî:

- ewe çi dekey?

mindałeke wełamî dayewe:

- axuř dirust dekem. ke pîr bûy ba şitêk bibê xwardinî tê bikem bot. wekû to bo bapîrmî tê dekey.

bawik lêy wird buwewe. tawêk bîrî kirdewe, paşan hesta çû pîremêrdekey hênawe.