gewcixełetêne
le naw ladêyekanî xomanda bo ewey nawî cinoke û şitî wa naben, dełên «ewan». êmeyş naw nabeyn û dełêyn le wiłatêkî sermayedarîda bîryan kirduwe û gutyan ba êmeş xoman bare û dîmukirat hełxeyn, řojnameyek biław bikeynewe û piřî keyn le fiřufîşał û qisey qełew. eger xełkî wiłatî pê hełxiłeta, ew baştir; eger eweş nebû, xo le henderan hêndê naşareza dexłetênê.
řojnameke ke xoyan deryan dekird û piřupagendey bo çînî fermanřewa û koneperistî û îmryalîzim dekird, leser pare û şitî wa pekî nedekewt û hemû şitêk be pêy fêłan bû. bo nûserîş danedema, kirêgirtey wa zor bû. le her layekewe ba bê, lewêwe şen deken.
lîjneyekyan dana em karane řêk bixa. le pêşda qise le nawî řojnameke kira. yekê le endamekanî lîjneke kabrayekî sawîlke bû. agay le hîç nebû. gutî: ba nawî binêyn «azadî»!
serokî lîjneke ke efserêkî payeberzî polîs bû. bergî xoy gořîbû. îşaretî kird kabrayan bang kirde derewe. êsta û êstaş nehatewe. xoyangutenî birdûyane «gewcixane»!
ewanî dîke bêdeng bûn. kes neywêra wirtey le dem derbê. dway tawêk serokî lîjneke gutî nawî denêyn «gewcixłetêne»! têkřa gutyan zor cwane, zor başe! le řastîda zorîş baş bû. çunke ẍeyrî xoyan û hî wek xoyan kesî dîkey nexełetand. çepłeřêzanêkyan bo kird û meseley naw tewaw bû.
paşan serokî lîjneke gutî: hêndê wişey nařesen heye be hîç çeşnê nabê řêgeyan bikewête naw ew řojnameye, meger be çeşnî selbî. endamekanî lîjne têkřa gutyan řaste. yekêkyan gutî: ba ew wişane dyarî keyn, nekû hełeyek řû bida. serokî lîjneke gutî: qamûsim bo bênin! qamûsyan bo hêna, destî da qełemêkî sûr kewte wêzey wişekan: «dîmukirasî, azadî, kobûnewe, azadîy ziman, azadîy çapemenî, maf, mafî netewewîy, mafî însanî, mafî karger û werzêř, ’edałetî komełayetî, komonîzim, sosyalîst, matryalîzim» û hezaran wişey dîkey lem çeşne. her yeke qełemêkî sûrî pêda hêna, hemûyanî kirdewe naw qamûseke û dergay lê daxsitin.
«gewcixłetêne» destî kird be biławbûnewe. maweyekî pê çû nûserêkî nazeyan be kirê girtîbû. em kabraye řojêk tûşî wişey ’edałetî komełayetî hat ewendey bîr kirdewe neyzanî çonî bixinkênê. axrekey dełên - zid «be» zid - der dekewê ba biřwanme qamûseke. beşkim zidî xoy le beramberîda nûsrabê. paşan wekû xoy daydexemewe.
ke qamûsekey kirdewe wekû sedêk bişkê û berî deryaçeyek beřeła bê, lafawî wişey řesen û řewa hajey kird û kabray wejêr da. řûy kirde dałaneke ewey be jêrewe bû. be jêrewe bû. ewanî dîke wişey řesen wekû jengesûre deyda be binagwêyanewe. her yekey be layekda řayan dekird. lafaweke řûy kirde hodey řojnameke. kabra desbecê telefûnî kird bo polîs «ey hawar! firya kewn!»
polîs be têła û tirumbîlî awpiřjênewe hatin. nexêr faydey nebû û wişekan weber têła nedekewtin. we ta awyan lê piřjandin cwantir degeşanewe. awî tirumbîlekanyan řişt. piřyan kird le qîr û destyan kird be qîrpiřjandin. lem bigre û berdeyeda řûy řojnameke be serok û binokewe řeş bû. wişekanîş ewendey şehîd bûn. ewane şehîd bûn, ewanî dîkeyan girtewe û kirdyannewe naw qamûseke û dergayan leser daxsitinewe.
nextê pişûyan hatewe ber xoyan. gutyan eger emřo řojnameke dernekewê xełk wa xeyał deken nûserekan û kargerekan manyan girtuwe. řîsekeman debêtewe be xurî. ewey ke zor řeş bûbowe sûtandyanin. eweş ke kemtir řeş bûbowe, nardyane firoştin. kabray serokî řojnameke ke le şeřî wişey řewada mandû bûbû, deçuwe małewe. le řêga pyawêkî řeng karger û leserexoy dî. daneyekî řojnamey kiřîwe û be wirdî serincî deda. zorî pê xoş bû. lay wa bû ewende ḧez be řojnameke deka be lařeşîş kirîwyetî. gutî:
- xało! ewe çî serincî řakêşawî:
kabray řeng karger:
- xałî! çî serincim řakêşê! eme gořistanî wişe řewakane! de bem nwêjî mirdûyan leser dekem.
řojî dwayî řojnameke pak û xawên derçû. hîç pełey řeşî pêwe nebû. şwênewarî wişey řewaşî lê dyar nebû. kabray serokî řojnameke ke řoyştewe małewe, dîsan kabray dwênêy dî daneyekî kiřîwe lêy wird debêtewe.
gutî:
- xało! emřo le çî wird debîyewe?
- kesî xałî lewe wird debmew ew wişe ḧeramzadane tutkî kam dêłe mişkin.
kabray serokî řojnameke mûçřikêkî be leşîda hat û lêy da řoyşit. le ber xoyewe û wirtewrtî bû: nexêr, faydey nîye. çawyan kirawetewe. hełnaxłetên.