jinêkî bekar

From the Book:
Koy Berhemî Qizilcî
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 1 minutes  793 views

jinêk hebû, zor bekar û tundutoł bû. be dirêjayî sał şaney kird, řistî, bay da, destî kird be çinîn. axrekey linge destikêşêkî bo mêrdekey çinî. řojî cêjin mêrdekey kirdîye destî û çû bo hełpeřkê. jineke bangî kird:

- ho ho pyaweke! destî çepit hełbiře. çend baş bû destikêşe tazeket cûtêk buwaye. eger nemirim sałêkî tir lingekey keşt bo deçnim!