kê kar deka û kê dexwa

From the Book:
Koy Berhemî Qizilcî
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 1 minutes  1018 views

bawkêkî be kuřekanî xoy gut:

- sibeynê daykitan kulîçe deka. kê deyxiwa?

kuře gewrekey gutî:

- min deyxom, bawe min deyxom.

- minîş berxeke serdebiřim. kê deyxiwa?

her ew kuře gutî:

- min deyxom, bawe min deyxom.

- sibeynê deçîne deşt bo cûtkirdin. kê cûteke deka?

- hemû şitêk her min! hemû şitêk her min! deba êsta norey yekêkî tir bê!